MECLÎSA GELAN ZAGONA TÊKOŞÎNA DIJÎ TERORÊ Û RÊBAZÊN CEZAYAN SERERAST KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser bi amadebûna endamên Meclîsê, heserokatî û nûneran 102’emîn civîna xwe ya asayî li dar xist û tê de pêşniyarên Meclîsa Dada Civakî ya ji bo sererastkirina qanûna 7’an a têkoşîna li dijî terorê nîqaş kir.

Di rûniştinê de madeyên (1-3-5-10-15) hatin sererastkirin, di nav de dozên ku dikevin bin tawanên terorê.

Her wiha xalên nû li zagona Dijî Terorê hatin zêdekirin, ji nav wan kesên ku tawanekê li dijî berjewendiyên Rêveberiya Xweser, li hundir an li derve bike, dê li dadgeha tawanan a devera ku lê dimîne were cezakirin.

Her wiha li ser Qanûna Cezayan ya jimara 8’an jî hat nîqaşkirin û xala duyemîn a madeya 3’emîn, xala 21, 85 û 156 hatin guhertin û xala 261’an hat zêdekirin.

Share This Article