LI REQAYÊ JI BO 6 CANGORIYÊN AZADIYÊ MERASÎMEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên bajarê Reqayê bi merasîmeke girseyî cenazeyên 6 cangoriyên azadiyê oxir kirin.

Bi sedan şêniyên Reqayê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên jinan beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.

Her wiha hate gotin, dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan hewl dide destkeftiyên şoreşê têk bibe, lê dê ti carî bi ser nekeve.

Di dawiyê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Share This Article