ŞAREDARIYÊN HERÊMA FIRATÊ DI XEBATÊN XIZMETGUZARIYÊ DE BERDEWAM IN

Rojava Tv
1 Min Read
ŞAREDARIYÊN HERÊMA FIRATÊ DI XEBATÊN XIZMETGUZARIYÊ DE BERDEWAM IN

Şaredariya gel a navçeya Til Xezalê ya bajarê Kobanê, proseya qîrkirina rêya gundê Bîra Remê bi dawî kir.
xelkên gundê Bîra Remê jî spasiya şaredariyê dikin û diyar dikin ku pirsgirêka wan a xirabbûna rêyan bi dawî bû.

Şaredariya Gel a navçeya Til Xezalê ya bajarê Kobanê, proseya ziftkirina rêya gundê Bîra Remê bi dawî kir.

Şaredariyê beriya niha bi çend hefteyan dest bi çaksazkirinê kiribû. Gundê Bîra Remê gundekî stratejîk e û ji ber xirabbûna rê, welatiyên wê bi gilî û gazind bûn, lê êdî piragirêka wan çareser bû.

Hevseroka şaredariya navçeya Til Xezalê Narîn Temo dibêje, ew li gorî derfetên xwe, xizmetguzariyê pêşkêş dikin.

Şêniyên gundê Bîra Remê jî spasiya şaredariyê dikin û diyar dikin ku pirsgirêka wan a xirabbûna rêyan çareser bû.

Ji bo geşkirina jiyana gundewaran, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser berdewam dixebitin û girîngiyeke taybet didin xebatên gund û navçeyan.

Share This Article