Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwazîkirina koçberên Efrîn û Şehbayê yên ji ber zilma Tirkiyê û çeteyên wê koçber bûne, didomîne û tiştên pêwîst ji wan re peyda dike.
Rêveberiya Xweser piştrast kir ku di pêşerojê de xizmetên din ji bo van koçberan tên amadekirin.
Tevî rewşa hestyar ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber bombebarana berdewam a Tirkiyê tê re derbas dibe, Rêvebiriya Xweser bi berdewamî xizmetên xwe pêşkêşî koçberên ku ji Şehba û gundewarê Helebê hatine, dike.
Di vê çarçoveyê de Rojava TV bi Serokê Nivîsgeha Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed re hevpeyvînek pêk anî.
Şêxmûs teqez kir ku Rêveberiya Xweser kar dike ji bo pêşkêşkirina xizmetên xwe ji malbatên derbider re, lê pêwîstiya zêdetir bi alîkariyên berfirehtir heye ku di rêya dergehên girtî re werin derbaskirin.
