Şaredariya bajarê Qamişloyê dest bi pêngava ziftkirina rêyan kir û niha wê tenê rêyên giştî piştre wê taxan zift bike.
Şarederya Bajarê Qamişloyê dest bi çêkirina rêyan kir, îro ji çarxerêya Sonî heyanî gaziya şerq rê hat qeşartin û piştre wê bê zift kirin.
Ji ber giliyên gel ji bo çarekirina rêyan, û ji ber gelek kurtik li rêyan hatibû çêkirin, dibû sedem ku ajokar gelek astengî û ziraran bibînin û gilî dikirin
Şarederiyê diyar kir ku ji ber avhewa ne dibû alîkar, şaredarî nikarî bû tevbigeriya û vê gavê beriya demekê dest bikira.
Li gor şarederiyê niha rêyên giştî dê werin ziftkirin, her wiha rêyên ku sererastkirin jê re tê xwestin, wê wan jî çare bikin.
