WELATIYÊN REQAYÊ SOBE Û ALAVÊN GERMKIRINÊ DIKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Welatiyên Reqayê ji bûhabûna nirxên sobeyan bi gilî û gazind in û diyar dikin ku ew nikarin sobeyên nû bikirin.

Her wiha firoşkarên sobeyan jî didin zanîn ku li beramberî sala derbasbûyî îsal nirx gelekî buha ne.

Piştî barîna baranê ya duh, pêleke sermayê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ber xwe û welatiyan dest bi danîna sobe û alavên germkirinê, kirine.

Ev der sûka kirîn, firotin û çaksazkirina sobeyan ya bajarê Reqayê ye. Welatî li gorî dahatên xwe, yan sobeyên nû dikirin an jî yên kevn çaksaz dikin.

Welatiyên Reqayê ji bûhabûna nirxên sobeyan bi gilî û gazind in û diyar dikin ku ew nikarin sobeyan bikirin.

Her wiha firoşkarên sobeyan didin zanîn ku li beramberî sala derbasbûyî îsal nirx gelekî buha ne.

Bilindbûna dolarê Amerîkî û dorpêça li dijî herêmê, bandoreke neyînî li ser tevahî kert û qadên jiyanê kiriye, ji lewre bilindbûna nirxên sobeyan jî, yek ji wan derencaman e

Share This Article