Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Çandê ya Cemîl Horo Li Helebê 5’emîn Festîvala Hunera Zarokan li dar xistin.
Festîval Bi dirûşma “Min destê xwe da zarokan, wan ez gîhandim azadiya asîmanan” li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin.
Festîvalê bi daxuyaniyekê dest pê kir û di daxuyaniyê de keda Rêber APO ya ji bo zarokan hate vegotin.
Piştre peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo zarokan hate xwendin.
Her wiha komên Tevgera Hîlala Zêrîn, komên girêdayî Navenda Cemîl Horo, komên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk derketin ser dikê û stran, şano û govendên xwe pêşkêş kirin.
