Beşa Paqijiyê ya şaredariya gel a bajarê Kobanê, ji bo sererastkirin û paqijkirina torên kanalîzasyonê li taxên curbicur ên bajarê Kobanê û ji bo amadekariyên zivistanê, dest bi xebatên xwe yên baqijkirinê kir.
Şaredariyê karê paqijkirinê berî deh rojan dest pê kiriye, destpêkê torên kanalîzasyonê û paşê avkêşên baranê hatin paqijkirin û sererastkirin.
Li gorî Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Kobanê, ji bo ku ava baranê bi rêkûpêk bê rijandin û lehî çênebin, nêzî 25 avkêşên ku xirabûne tên paqijkirin û sererastkirin.
