BI RIZGARKIRINA REQAYÊ RE JIN JI ZÎNDANÊN REŞ RIZGAR BÛN

Rojava Tv
2 Min Read

Jinên bajarê Reqayê nêzîkbûna Salvegera Rizgarkirina bajarê Reqayê ji Çeteyên DAIŞ ê pîroz kirin û Fedekarî û berxwedana Hêzên QSD ê li Reqayê jî silav kirin..

Jinan Tekez kirin ku bi saya Rêveberiya xweser mafê jinên reqayê hate bidest xistin..

Di dema Sereweriya Çeteyên DAIŞ ê li Reqayê de, jin li reqayê dihate Işkencekirin, tecawiz kirin û mafê wê dihat binpêkirin..

Piştî ku Hêzên Sûriyaya Demokratîk QSD ê bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ ê rizgar kirin, jinên Reqqayê kirasên reş ên ku çeteyan ferz kiribûn ku li xwe bikin avêtine û yên azadiyê li xwe kirin.. lewma rizgarkirina reqa ji jinan re pir bi wate ye.

Li ser mijarê jinên bajarê Reqayê tekez kirin ku Jinên bajêr ji destpêka rizgarkirina Reqayê ve û  heta niha xwedî roleke mezin û bi bandor in û di hemû qadên jiyanê de cih digirin.

Jinên reqayê Berxwedana Hêzên Sûriyaya Demokratî QSD ê li reqayê silav kirin û gotin: bi saya Rêveberiya xweser û QSD ê mafê jinan hate bi dast xistin..

Piştî çend salan ji serweriya rêxistina herî radîkal li cîhanê li ser bajarê Reqayê, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD bi alîkariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê di 20 ê Cotmeha 2017 an de bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir.

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, yekser şêniyên bajêr bi hekvariya Rêveberiya Sivîl re dest bi xebatên ji nû ve avakirinê kirin û cihê xwe di saziyan de girtin.

Share This Article