Bi armanca nirxandina rewşa jinan di nava geşedanên ku niha li herêmê diqewimin, Meclisa Jinên Sûriya civînek berfireh li bajarê Qamişlo li dar xist.
Tiştên herî girîng ku di civînê de hatin nîqaşkirin: Rola jinê di civakê de û xebatên jinan ji bo Sûriyeya paşerojê.
Hemû saziyên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, bi baldarî li gor rewşa heyî tevdigerin û li ser banga rêveberiyê ya amadekariya li hember rewşên awarte, karê xwe didin meşandin.
Di vê derbarê de îro Meclisa Jinên Sûriyê bi armanca nirxandina rewşa jinan di nava geşedanên ku niha li herêmê qewimin de, li bajarê Qamişlo civînek berfireh li dar xist.
Ji bo agahiyên zêdetir derbarê civînê de, Rûken Ehmed Endama Komîteya Têkîliyên Dîplomasî ya Kongra Star ji Rojava TV re axivî û hin xal û mijarên civînê eşkere kirin.
Ji aliyê xwe ve, endama Meclisa Jinên Sûriya Erîfe Bekir jî tekez kir ku paşeroja Sûriyê tenê bi beşdarkirina jinan di biryardanê de pêk tê.
Tecrûbeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevlîbûna jinan di biryardayînê de ji hemû cîhanê re îspat kir ku jin di veguhertinên dîrokî de hêmaneke bingehîn e, lewma Sûriyeya siberojê ya ronak, tekez bêyî ramana jinê nabe.
