Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir.
Meclisê di daxuyaniya xwe de got, armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina destkeftiyên şoreşê û koçberkirina gelê herêmê ye.
Her wiha diyar kir ku, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwîna şehîdan hatiye avdan û heta dawiyê dê destkeftiyên şoreşê werin parastin.
Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê banga mezinkirina asta têkoşîn û berxwedaniyê kir.
