Şaredariya Gel a Hesekê îro bi beşdariya nûnerên komînên bajêr civînek berfireh lidar xist.
Di civînê de pêdiviyên bajêr hatin nîqaşkirin û plana xebatên sala 2026’an hat nirxandin.
Şaredariya Gel a bajarê Hesekê bi armanca amadekariyên plana xebatan a sala 2026’an bi beşdariya endamên komînan civînek berfireh li dar xist.
Bi dehan endamên Şaredariyê û komînên bajarê Hesekê li hola Marbêla ya bajêr tevlî civînê bûn.
Di Civînê de piştî deqeyek rêzgirtin axaftin hatin kirin.
Di civînê de hat diyarkirin ku Ev civîn dê rewşa xizmetguzariyê û zemîna tevlîkirina civakê di biryardayînê de zêdetir bike.
Her di civînê de hat zanîn ku bi armanca pêkanîna pêwistiyên gel di nava bajêr de civîn hat lidarxistin.
Di dawiya Civînê de nîqaşeke vekirî di navbera beşdaran de çêbû.
Komîteya amadekar a civînê jî hemû nêrîn, nirxandin û pêşniyar belge kirin, da ku di reşnivîsa plana sala bê de bi cih bikin.
