ASAYÎŞA ROJAVA CAREKE DIN DERBASÎ TIL BERAK Û TIL HEMÎSÊ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

 

Piştî vekişiyana komên Hikumeta Demkî ya Sûriyê li navçeyên Til Berak û Til Hemîs ên dikevin Başûrê Rojhilatê Hesekê; Hêzên Asayîşa Rojava derbasî herdu navçeyan bû.

Ji nûve vesaziya hêzên ewlehî û leşkerî yên di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê de berdewam dikin. Hêzên Hikumeta Demkî ya Sûriyê herî dawî xwe ji navçeyên Til Berak û Til Hemîs vekişandin.

Piştî vekişîna hêzên Şamê, Hezên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li van her du navçeyan bi cih bûn.

Hêzên Asayîşê bi karwanek mezin ketin her du navçeyan û li saziyên ewlehiyê bi cih bûn.

Share This Article