Meclisa Bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê bi amadebûna endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser, meclis û komînên bajarê Hesekê û bajarokên girêdayî wê; civîna xwe ya salane li dar xist.
Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre cîgirên hevserokên meclisê axivî, bixêrhatina beşdaran kir û bernameya civînê û armancên wê vegotin.
Piştre hevserokê meclisê Farûq Tozo rapora rewşa siyasî û rêxistinê ya meclisê xwend.
Di raporê de rewşa siyasî, rêxistinî û xebatên salekê, hat nirxandin.
Der barê xebatên sala 2025’an ên meclisê de sînevîznoyek hat pêşandan. Beşdaran jî der barê pirsgirêkên xizmetguzariyê de nêrînên xwe anîn ziman.
Di dawiya civînê de ev biryar hatin dayîn, ji wan: lidarxistina semîneran ji aliyê saziyên tenduristiyê ve, ronîkirina kolanan, danîna kamereyên çavdêriyê li nuqteyên hesas û pêşxistina tevkariyê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re.
