Meclîsa Ciwanan ya Bajarê Helebê di bin dirûşmeya “Bi sosyalîzmê em edaletê bi dest bixin û bi azadiyê em rûmetê biparêzin” Komxebatek li taxa Şêxmeqsûd a li bajarê Helebê li dar xist.
Komxebat li hola Cizîrê bi amedebûna hemû endamên Meclîsa Ciwanan, Yekîtiya Jinên Ciwan, ciwanên ji sazî û meclîsan hate lidarxistin.
Komxebat bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre dîwana komxebatê du mijarên sereke “Sosyalîzm û Azadî” ji beşdaran re şîrove kirin û beşdaran nêrînên xwe bi hev re parve kirin.
Di dawiya komxebatê de encamnameyek hat erêkirin û daxuayniyek hat dayin.
