ŞAREDARIYA GEL A TIL TEMRÊ GELEK PROJEYÊN XIZMETÊ LI NAVÇEYÊ PÊK TÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya gel a navçeya Til Temrê ev 3 rojin rêyên tax û kolanên navçeyê qîr dike.

Rêveberê Beşa Teknîkî ya Şaredariya Gel a Til Temrê Koran Mihemed diyar kir ku Ev proje xizmeta hejmareke mezin ji kolan û komînên dike.

Şaredariya gel a navçeya Til Temrê tevî êrîşên rojane ya dewleta tirk a dagirker ên li dijî navçeyê, her wiha di çarçoveya xebatên xizmetguzariyê de gelek projeyên xizmetê yên weke qîrkirina rêyan,ferehkirina torên av û kanalîsazyonê pêk anî.

Piştî sererastkirina rêyên gundewarên til temrê, ev 3 rojin werşeyên têkildarî qîrkirina rêyan, rêyên navçeyê qîr dike.

Rêveberê Beşa Teknîkî ya Şaredariya Gel a Til Temrê Koran Mihemed diyar kir ku Ev proje xizmeta hejmareke mezin ji kolan û komînan dike.

Koran Mihemed da zanîn ku Wê didemên pêş de projeyên ferehkirina torên av û kanalîsazyonê û ronîkirina kolanan li navenda bajêr pêk bînin.

Li gorî Rêveberê Beşa Teknîkî ya Şaredariya Gel a Til Temrê sedema derengmayîna pêkanîna van projeyan li navçeya til temrê, êrîşên rojane ya dewleta tirk a dagirker e.

Share This Article