Gelê herêmê bi isras û vîneke xurt ji bo parastina av, rumet û kehrebeya xwe û bi gotina em ji mirinê mezintirin, nobetê li bendavê digirin.
Xelkên bajarê Qamişlo anîn ziman ku, bendav bendava gele, dê ti caran nebe ya dagirkeran.
Zêdetirî du mehane li bendava tişrînê berxwedaneke bê hempa ji aliyê şervanên QSD ê gelê bakur û Rojhilatê Sûriyê ve li hember êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê tê meşandin.
Gelê herêmê bi isras û vîneke xurt ji bo parastina av, rumet û kehrebeya xwe û bi gotina em ji mirinê mezintirin, nobetê li bendavê digirin.
Mamoste Şerîf Xelîlî ji Rojava tv re got, bendav bendava gele, dê ti caran nebe ya dagirkeran.
Her wiha hevseroka kongra îslama demokratîk Evîn Yusif hecî destnîşan kir ku, berxwedana topyekûn ya gel û şervanan dê êrîşên dewleta tirk a dagirker têk bibe.
li bendava tişrînê berxwedana gel û şervanên qsd ê û ypj berdewam e .
ji bo parastina bendavê hemû pêkhateyên herêmê ereb , kurd , çerkes, suryan û ermen bi hev re berê xwe didin bendavê û li wir bi rihê şerê gelê şoreşgerî li piştgiriya QSD dikin.
bi boneya vê berxwedana pîroz kongra îsalmî ya demokratîk nimêja înê li berdavê kir û due kirin .
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca dagirkirina bendava Tişrînê bi çekên giran, balafirên şer û bi balafirên bê mirov, êrîş dike.
Gelê herêmê tevî hemû êrîşan jî di nobeta xwe de berdewamin.
