Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Minbicê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk yên li dijî herêmê meşek li dar xist.
Bi sedan welatiyên Minbicê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û TEV-DEM beşdarî meşê bûn.
Meş bi berzkirina dirûşmeyên na ji dagirkeriyê û qetilkirina zarok û sivîlan re ji çerxerêya El- Mîzan dest pê kir û li çerxerêya El- dele veguherî mîtingê.
Li wir axaftin hatin kirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin her wiha banga girtina qada hewayî li pêşiya êrîşên Tirkiyê hate kirin.
Meşvanan tekez kirin ku, ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
LI MINBICÊ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ BI MEŞEKÊ HATIN ŞERMEZARKIRIN
