JI BO PÛÇKIRINA TEVGERÊN TERORÎ HÊZÊN EWLEKAIYÊ DI NAVA AMADEBAŞIYÊ DE NE

Rojava Tv
2 Min Read

Rêvebera Bendên Kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo Zozan Ehmed ji ROJAVA TV re da xuyakirin ku di demên dawiyê bendên hêzên Ewlekariya rastî gelek êrîşên terorî hatin.

Ji dema hilweşîna rêjîma têkçûyî ya Bais’ê di 8’ê Kanûna 2024’an de, çeteyên Daiş’ê yên ku li çolistana Sûriyê bi cih bibûn derfet ji xwe re dîtin ku xwe ji nû ve birêxistin bikin û dest bi êrîşan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

di nava 9 mehên derbasbûyî de çeteyên Daiş’ê bi riya şaneyên xwe yên razayî gelek êrîş li dijî hêzên leşkerî, ewlehî, saziyên sivîl û xizmetê pêş anîn û hewil dan ewlehiya herêmê têk bibin.

derbarê mijarê de Rêveberiya Bendên Kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo Zozan Ehmed ji ROJAVA TV re da xuyakirin ku di demên dawiyê bendên hêzên Ewlekariya rastî gelek êrîşên terorî hatin.Ji aliyê xwe ve endamê hêzên ewlekariya hundirîn a bajarê qamişlo Ebdularehman Osê got ku ji bo parastina sivîlan û sepandina ewlehiya herêmê ew her dem di nava amadebaşiyê de ne.

hemwextî zêdebûna liv û tevgera şaneyên veşartî yên çeteyên daiş’ê di nava herêmê de, Hêzên ewlekariya hundirîn, YPJ û QSD bi desteka kowalisyona navnetewî operasyonên berfireh ji bo pûçkirina tevgera wan lidar dixin, herî dawî jî qonaxa 4’an a operasyona ” Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê bû.

Share This Article