Bi armanca şopandina xebata komînan û gudarkirina pirsgirêkên gel, Şaredareriya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê, dest bi pêngava lidarxistina civînên komînan kir.
Di pêngava şarederiyê de, civîn li ser asta sê xetan tên lidarxistin û her rojê şarederî li gel sê komîngehan, bi welatiyên re dicive.
Di civînan de, rewşa xizmetguzeriyê, nêrînên gel û pêwistiyên wan li gor şert û mercan têne nîqaşkirin û tomarkirin.
Li gorî şarederiyê, piştî qedandina pêngavê, ew ê li gel Meclisa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bicive û daxwazên welatiyan parve bike.
