Zanîngeha Kobanê îro bi armanca naskirina zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyê de panelek li dar xist.
Panel bi durişma “perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî rawa û bingehîn e” li zanîngeha Kobanê hat lidarxistin.
Desteya perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, desteya Perwerdeyê ya Kantona Firatê, bi dehan mamosteyên zimanê Kurdî û endamên Saziya zimanê kurdî SZK beşdarî panelê bûn.
Di panelê de hevserokê zanîngeha Kobanê Şervan Muslim têkildarî têkoşîna ji bo zimanê kurdî axivî û got divê di destûra nû ya Sûriyê de mafê xwendina bi zimanê Kurdî were misogerkirin.
her wiha di panelê de nîqaş li ser “perwerdeya bi zimanê dayikê,naskirina zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyê de, Projeyên saziya zimanê Kurdî di pêşvebirina ziman de hatin kirin.
Piştre bi Riya zoom ê ji Başûrê Kurdistanê Dr: Hîwa Selîm Li ser tecrûbeyên zimanê Kurdî Li Başûrê Kurdistanê semînerek pêşkêş kir.
