NAVENDÎBÛN Û ROLA JIN DI AVAKIRINA SÛRIYEYA NÛ DE LI QAMIŞLO HAT NÎQAŞKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi dirûşmeya “Navendîbûn û rola jin di avakirina Sûriya nû de” Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê bi hemahengiya Meclisa jin a MSD’ê panelek der barê rola jin di destûra nû ya Sûriyê de li dar xist .

Panel li hola Zana ya li bajarê Qamişlo hate lidarxistin û tê de bi dehan endamên rexistinên jinan, endamên jin ên PYD’ê, MSD’ê û jinên bajarê Qamişlo beşdar bûn .

Di nava panelê de gelek mijar hatin nîqaşkirin, ji wan jî Rola jin di Sûriya nû de, Çawaniya parastina mafê jinan di nava destûra Sûriyê de û beşdarbûna jinan di tevahî qadên kar û jiyanê de.

jinan di nîqaşên xwe de bi bîr xistin ku ji bo misogerkirina mafê jinan, pêwîstî bi nivîsandina destûreke nû û darizandina kujerên jinan heye .

Panel bi pevguhertina nerînan bi dawî bû.

Share This Article