Yekitiya Jinên Ciwan li kantona Firatê bi meşekê komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Berxbotanê şermezar kir.
Bi sedan xwendekarên dibistanan, ciwan û şêniyên gundê çelebiyê yê girêdayî bajarê kobanê tevlî meşê bûn.
Meş ji dibistana Şehîd Şukrî ya gundê Çelebiyê dest pê kir û li pêşiya navenda Kongra Star ya gund veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyaniyek hate dayîn û Komkujiya li Berxbotanê hate şemezarkirin.
Her wiha banga bilindkirina têkoşîna li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker hate kirin.
Meş bi dirûşmên “Qatil Erdogan” û “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.
JINÊN CIWAN ÊN KOBANÊ KOMKUJIYA BERXBOTANÊ ŞERMEZAR KIRIN
