Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di peydakirina madeyên pêwîst de ya ji bo çaksazkirina rê û navendên giştî, rastî zehmetiyan tên.
Di vê derbarê de Rojava TV hevpeyvînek bi Berpirsê Komîteya Teknîkî ya Şaredariya Şêxmeqsûd re kir û ev rapor amade kir
Herdu taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji ber wêranbûna bi salan ji şer û dorpêça hikûmeta Şamê rastî rewşa xirab a rêyan tên
Hikûmeta Şamê rê li pêş anîna madeyên pêwîst ji bo çaksaziyê digire.
Lê belê, şaredariya gel dem bi dem bi rêbazên curbecur koncalên kûr û rêyên zirardîtî ku çûn û hatina welatiyan asteng dike, çeksaz dike.
Di vê derbarê de Rojava TV hevpeyvînek bi Berpirsê Komîteya Teknîkî ya Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd Hisên Ehmed re kir û tekez kir ku çaksazî di bin şert û mercên gelek dijwar de tê kirin.Di dawiya axaftina xwe de, Hisên Ehmed daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir ku bi rêveberiya taxê re hevkariyê bikin û fişarê li hikûmeta şamê bikin da ku rê li ber anîna keresteyên çaksaziyê bo taxê veke.
Zêdetirî 300 hezar welatî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di xaniyên nîvwêrankirî de dijîn.
Tiştê ku azaran hîn zêdetir dike, ew e ku Firqeya Çaran a hikûmeta Şamê bacên giran li ser tiştên bingehîn weke derman û xwarinê ferz dike.
