Bi dirûşma “Jin Jiyan Azade” îro Zanîngeha Rojava bi boneya 8’ê Adarê li zanîngeha Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ahengek li dar xist.
Aheng bi tevlîbûna bi sedan xwendekarên Zanîngeha Rojava û mamosteyên Zanîngehê hat lidarxistin.
Xwendekar û mamosteyên Zanîngehê bi cil û bergên xwe tên kurdî tevlî ahengê bûn.
Di ahengê de piştî deqeyeke rêzgirtin, axaftin hatin kirin û tê de 8’ê adarê li hemû xwendekar, mamoste û jinan hat pîrozkirin.
Piştî axaftinan stran hatin gotin û bi girseyekê govend hatin gerandin.
