Di bin dirûşmeya ” Em bi hev re li dijî tundiyê, civakek demokratîk û komînal ava bikin” Kongra Star a bajarê Hesekê bi boneya 25’ê mijdarê komxebatek li dar xist.
Di komxebatê de hejmarek ji jinan, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û leşkerî beşdar bûn.
Di komxebatê de bi awayekî berfireh li ser sedem û çareseriyên tundiya li dijî jinan hate nîqaşkirin.
Her wiha di dawiyê de jî bal kişandin li ser zewaca di temenê biçûk, zordariya mêran li ser jinan û bêparhiştina mîrat ji jinan re, beşdaran jî li ser van mijaran nirxandin kirin.
