di 14’ê Nîsanê şandeyeke ku ji 12 parlamenterên Parlamentoya Ewropa û Brîtanya û endamên saziyên civaka sivîl serdana herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û rêzehevdîtinan pêk tînin.
Şandeya Ewropayê di çarçoveya rêzehevdîtinên xwe de duh serdana navenda Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê li bajarê Qamişlo kir û nîqaş li ser rewşa ku herêm têre derbas dibe kirin.
li ser vê yekê, Endamê perlmantoya ewropeyê lukas siebir da zanîn ku, armanca wan ji vê serdanê ew ku, em çawa dikarin hevkarî, alîkarî û piştevaniya di warê binesaziya herêmê de bikin.
Ji aliyê xwe ve hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Ebdulselam Seyîd Mehmûd got, wan ji şandeyê re diyar kir ku, tevî zor, zehmetî û êrîşên li ser herêmê jî ew bi israr bûn ku azadiya xwe misoger bikin.
