Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî, dîsa şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 10 roj in li Bendava Tişrînê nobeta xwe ya parastina av û rûmeta xwe didomînin.
Nûçegihana me Nêvîn Îbrahîm dîmen û hevpeyvînên herî nû şandin. Em li vê raporê binerin.
Dîmenên bombebarankirina karwanê welatiyên herêmê ne, yên ku ji bo parastina ax û ava xwe berê xwe dabûn Bendavê.
Balafir û topxaneyên dewleta Tirk duh careke din nobetdarên li Bendava Tişrînê bombebaran kirin û di encamê de şêniyek şehîd û 17 jî birîndar bûn.
Hevdemî êrîşên giran jî, lê dîsa nobetdar li ser doza xwe nayên xwarê û her bi pêdagirî li Bendavê dimînin.
Bermahiyên şer û cenga giran dane hev û dest bi gerandina dîlanê û gotina stranan kirin.
Li gorî agahiyan ji 8’ê mehê ve ji ber êrîşên Tirkiyê yên li dijî karwanên gel, ta niha 8 şênî şehîd û 55 jî birîndar bûne.
