ŞANDEYA DEM PARTIYÊ Û SAZIYÊN BAKURÊ KURDISTANÊ SERDANA PYD’Ê KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şandeya DEM Partiyê û saziyên Bakurê Kurdistanê serdana PYD’ê kir û li gel hevserokatiya wê hevdîtin kirin.

Şande ji hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, hevberdevkên Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz û Îmam Taşcier, berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst Kezban Konukçu, berdevka Tevgera Jinên Azad Çîmen Fîdan, dayika Aştiyê Asya Tay, rêveberê Komeleya Hiqîqnasan a ji bo Azadiyê Mehmet Alî Aslan, endamê Kongreya Îslama Demokratîk Alî Angay, parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, serokê Baroya Mêrdînê Ehmed Duyan pêk tê.

Şande ji aliyê Hevserokên PYD’ê Perwîn Yusif û Xerîb Hiso, endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl, endamên Meclisa PYD’ê Sema Bekdaş, Silêman Ereb, Talat Yunis ve hate pêşwazîkirin.

Hevdîtin ji ragihandinê re girtî didome.

Li gor planê, dê şande piştî hevdîtina bi PYD’ê re serdana Kongra Star, Şandeya Kurdî, Daireya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û li ser naveroka hevdîtinan, civîneke çapemeniyê li dar bixe.

Share This Article