BANGÊN AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN HER KU DIÇE ZÊDETIR DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Hevseroka tevgera ciwanên şoreşger a Reqayê Buşra El- Ehmed dibêje armanca tecrîda li dijî Rêber Ocalan têkbirina vîna gelên Rojhilata Navîn e.

Ji hêla xwe ve endamê encumena rûspiyan Turkî El- Sûan bang li rêxistinên mirovî dike ku bi awayekî lezgînî tevbigerin.

Ev 21 meh in dewleta Tirk a dagirker tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir kiriye û hevdîtina bi malbat û parêzeran re qedexe kiriye.

Ev kiryarên Tirkiyê rastî nerazîbûnên tund tên û li seranserî cîhan û Kurdistanê bangên azadiya fîzîkî ya Ocalan roj bi roj bilindtir dibin.

Têkildarî mijarê hevseroka tevgera ciwanên şoreşger a Reqayê Buşra El- Ehmed dibêje armanca tecrîdê têkbirina vîna gelê Rojhilata Navîn e.

Ji hêla xwe ve endamê encumena Rûspiyan Turkî El- Sûan piştrast dike ku dewleta Tirk kiryarên ne yasayî derheqê Rêber Ocalan de pêk tîne.

Parêzerên Rêber Ocalan di nava her hefteyekê de çend caran serî li wezareta dadê didin ji bo ku hevdîtinê pêk bînin, lê daxwazên wan têne redkirin û parêzer berdewam radigihînin ku ew di derbarê tenduristiya Ocalan de bi fikar in.

Share This Article