LI MINBICÊ 9’EMÎN SALVEGERA DAMEZIRANDINA HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN HATE PÎROZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Welatiyên bajarê Minbicê bi boneya 9’emîn salvegera damezirandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn şahiyek li dar xistin.

Endamên hêzên ewlekariyê, rûspî, rewşenbîr, nûnerên Rêveberiya Xweser û welatiyên herêmê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de axaftin hatin kirin û tê de rola hêzên ewlekariya hundirîn a di ber parastina ewlehiya herêmê de, pîroz hate nirxandin.

Her wiha beşdarên şahiyê tekez kirin ku ew ê her dem li kêleka hêzên xwe rawestin û parastina destkeftiyên şoreşê bikin.

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sîpanda El- Ibrahîm jî tekez kir ku ew ê heta dawiyê aramiya herêmê biparêzin. .

Share This Article