YEKÎTÎYA WÊNEKÊŞÊN FOTOGIRAF AMADEKARIYA FESTÎVALA 2’EMÎN A WÊNEKÊŞIYÊ DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

YEKÎTÎYA WÊNEKÊŞÊN FOTOGIRAF AMADEKARIYA FESTÎVALA 2’EMÎN A WÊNEKÊŞIYÊ DIKE

Desteya rêveber a Yekîtîya wênekêşên fotogiraf ji bo nîqaşkirina kar û xebatên yekîtiyê û asteniyên li pêşiya wan civîna xwe asayî lidarxist.

Civîn bi amadebûna endamên Desteya rêveber a Yekîtîyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanên şehîdan destpêkir.

Di civînê de, xebat û çalakiyên dawî yên ku yekîtiyê di heyama borî de pêk aniye, hatin nîqaşkirin, her wiha destkeftiyên herî berbiçav û zehmetiyên ku di pêvajoya xebatê de pê re rû bi rû mane mijara civînê bû.

her wiha li ser amadekariyên 2’emîn festîvala wênekêşiyê jî nîqaş hat kirin, û girîngiya serkeftina vê festçvalê ji ber rola wê di nîşandana afirîneriya wênekêşande hat tekez kirin.

Civîn bi tekezkirina hevkariyê ji bo pêkanîna pêşniyarên festîvalê û şopandina amadekariyên wê, her wiha avakirina komîteyek pispor a wênekêşan ji bo hilbijartina wêneyên beşdaran bi dawî bû.

Share This Article