RÛBERÊN KESK LI QAMIŞLO TÊNE ZÊDEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Komeleya Pêl dest bi kampaniya çandina 2500 darî li Qamişlo kiriye.

yek ji Kordinasyonên Çalakiyên Komeleya Pêl Lorîn Hesen ji RojavaTV re axivî û got ku armanc ji vê kampaniya wan ew e ku hişmendiya hezkirina xwezayê ligel civaka herêmê pêşbixin.

Komeleya Pêl bi hevkariya Şarederiya Gel a Qamişlo û Desteya Rêvebir a Xwecihî û Ekolojîk ya Herêma Cizîrê duh dest bi kampaniya Jîn a ji bo çandina 2500 darî li bajarê Qamişlo kiriye.

Komeleyê heta niha 800 dar li deverên cuda yên qamişlo çandiye, û biryare ku ev kampaniya heta 26 vê mehê dewam bike.

Têkildarî mijarê ji Kordinasyona Çalakiyên Komeleya Pêl Lorîn Hesen ji RojavaTV re axivî û got ku armanc ji vê kampaniya wan ew e ku hişmendiya hezkirina xwezayê ligel civaka herêmê pêşbixin.

Her wiha Endama Ofîsa Ekolojîk a Şarderiya Gel a bajarê Qamişlo Mizez Xelef jî teqez kir ku ew bi her awayî destekê didin her kesên ku ji bo bedewkirina bajarên herêmê dixebtin.

Saziyên herêmê û komele û rêxistinên heyî her dem ji bo firehkirina rûbera kesk li herêmê kar dikin, şaredariyên gel li herêmên bakur û rojhilatê sûriyê destek didin her kesê ku dixwaze keskahiyê li herêmê belav bike.

Share This Article