GIRTINA DERIYÊ TIL KOÇERÊ BANDOREKE MEZIN LI KOÇBER Û PENABERAN KIRIYE

Rojava Tv
3 Min Read

Serokê Nivsîgeha Kar û Barên Penaber û Koçbern a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed behsa êş û azarên koçber û penberan bi hatina demsala zivistanê re dike..

Şêxmûs Ehmed dibêje ku tenê Rêveberiya xweser bi barê van koçberan radibe û rexne li NY kir..

Bi hatina demsala zivistanê re girtina deriyê Til Koçerê azarên bi sedhezaran koçber û penaberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir dike.

Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe  alîkariyê pêşkêş dike, lê hejmara zêde ya koçberan karîna rêveberiyê derbas dike.

Dergehê Til Koçer heta roja îroj li pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovî yên ku NY′yê dişîne girtiye. Alîkarî di deriyên di bin serweriya hikumta Şamê tenê re derbas dibin.

Serokê Nivsîgeha Kar û Barên Penaber û Koçbern a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed got Girtina deriyê Til Koçerê bareke mezin li ser rêveberiyê çêkir. Ji ber ku derbasbûn û derketina gelek rêxistinên mirovî li herêmê di rêya wî deriyî re hate qedexekirin.

Di 2014′an de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bêyî erêkirina hikumeta Şamê destûr da ku alîkarî di rêya 4 deriyên sînor de yên bi Iraq, Urdin û Tirkiyê re derbasî herêmên derveyî kontrola hikumeta Şamê bibin. Ev yek heta sala 2020an dewam kir.

Di encama vetoya Rûsyayê deriyê Til Koçer ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Iraqê ve girê dide hate girtin.

Şêxmûs Ehmed da zanîn ku Rêveberiya Xweser 16 kampên rêxistinkirî ava kirine ku tê de 146 hezar kes hene. Her wiha bi dehan kampên nerêxistinkirî li gundên Dêrazorê, Reqa, Tebqa û Minbicê hene, ji wê zêdetir jî kamp û navendên bicihbûnê ji bo koçberên Efrînê li herêma Şehba hatine vekirin.

Şêxmûs Ehmed bal kişand ser hin serjimariyan ku hat xuyakirin bi sedhezaran şêniyên ji herêmên şer ên li hundirê Sûriyê berê xwe dane herêmên Rêveberiya Xweser.

Serokê Nivsîgeha Kar û Barên Penaber û Koçber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed diyar kir ku tenê Rêveberiya Xweser û hin rêxistinên herêmî alîkariyan ji koçberên li kampan re peyda dikin.

Share This Article