Çalakvan, rojnamavan û rêxistinên civaka sivîl ên bajarê Hesekê ji bo piştgiriya xelkê Siwêdayê û şermezarkirina dorpêça li ser parêzgehê, çalakiyeke protestoyî li dar xistin.
Di Çalakiya pirotêstoyî de çalakvanan dirûşmên ku bang li civaka navneteweyî dikin ji bo ku korîdoreke mirovî di navbera Hesekê û Siwêdayê de vekin berz kirin.
her wiha Di çalakiyê de çalakvanê sivîl Diyaa El Ebdullah ê ji bajarê Siwêdayê, destnîşan kir ku şêniyên Siwêdayê 14 sal e qadên şer terk nekirine.
Çalakî bi dirûşmên şermezarkirina komkujiyên li dijî gelê Siwêdayê û ji nû ve banga şikandina dorpêçê û vekirina korîdorek mirovî ji bo rizgarkirina kesên mayî, bi dawî bû.
