BI MEŞEKE MEŞALEYÎ BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO HAT KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi pêşengtiya ciwanan û şêniyên bajarê Qamişloyê, bi meşeke meşaleyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Bi dehan ciwan û şêniyên bajarê Qamişloyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek meşaleyî li dar xist.

Meş bi dirûşma “Bi vîna ciwantî azad bikin Rêbertî” ji Çerxerêya Osman Sebrî ber bi wargeha Ciwanan ve dest pê kir. Di meşê de meşale hatin hildan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Meş bi deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê rêbertî ve hatiye ragihandin.

Di dawîyê de hata gotin, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gava bingehîn a serxistina pêvajoyê ye.

Share This Article