HRRK’Ê KONGREYA XWE YA 8’EMÎN LI BAJARÊ QAMIŞLO LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Hevgirtina rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, vê sibehê kongreya xwe ya 8’emîn li bajarê Qamişlo li dar xistin.

Di kongreyê de rola rewşenbîran a di nava şoreşê de, çawaniya pêşxistina asta rewşenbîran û çend mijarên din hatine nîqaşkirin.

“Em li vir in, ta dilopa dawîn a ximavê, ta dilopa dawîn a xwînê” Hevgirtina Rewşrenbîrên Rojavayê Kurdistanê, di bin vê dirûşmeyê de kongreya xwe ya 8’emîn saz kirin.

Kongir li navenda Hevgirtina Rewşrenbîrên Rojavayê Kurdistanê ya li qamişlo bi amadebûna bi dehan rewşenbîran hate li dar xistin .

Li gorî amadekarên kongereyê armanca wan ew e ku asta rewşenbîriyê li Rojavayê Kurdistanê pêş bixînin û li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bibin bersivek.

Di kongreyê de mijarên cuda yên weke zêdekirina derfetan li pêş rewşenbîran, xurtkirina hîmê rewşenbîriyê hatin gotûbêj kirin.

Piştî serhildana 12 adarê, ji bo cara yekemîn hevgirtina rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê di sala 2004’an de damezirandina xwe li derveyî welat , li Swêd ragihand û piştî şoreşa 19’ê tîrmehê, kar û xebatê xwe li rojava didomînin .

Share This Article