Kombenda Civakî ya Efrînê li bajarê Hesekê pêşangeheke hunerî ya resmên zarokên ji Efrîn û Şehbayê duh li navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya Hesekê lidarxist.
Pêşangeh bi diruşmeya ber bi piştgiriya behreyên ciwanan û bi beşdariya 66 tabloyên resmên zarokan, her wiha bi piştgiriya Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê û bi alîkariya kombenda Efrînê, hate lidarxistin.
Di pêşangehê de tabloyan êşa koçberkirina zarokên Efrînî nîşan da.
