Mihrîcana 3’yemîn a şehîd Bawer Agir ku bi dirûşmeya “Bi rihê fedekariya gerîla çanda şoreşgerî pêş bixin û azadiya rêber Apo misoger bikin” ji aliyê ciwanên herêma Firatê ve hatibû lidarxistin, bi dawî bû.
Mihrîcan bi pêşengiya tevgera Ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên ciwan ên herêma Firatê hate birêxistinkirin.
bi sedan şêniyên herêma Firatê , nûnerên Rêveberiya Xweser û ciwanên herêma Firatê li qada Jina Azad tevlî mihrîcanê bûn.
Di roja dawî ya Mihrîcanê de Pêşbirkên ajotina biskilêtan, pêşbaziya revê, şetrenic û hwd hatin lîstin.
Mihrîcan bi stranan û gerandina govendan bi dawî bû.
