LI ŞEHBAYÊ JI BO AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN MEŞEKE GIRSEYÎ HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Însiyatîfa Gel a kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşmeya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” meşeke girseyî li dar xist.

Meşê ji 2 aliyan ve dest pê kir, ya yekemîn ji gundê Meratê û ya duyemîn jî ji bajarokê Ehdas dest pê kir û her du bask li parka 4’ê Nîsanê gihîştin hev.

Li wir endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk a Kantona Efrîn û Şehbayê Ferhan Kobanê axivî û got: Ji bo têkbirina îradeya gelê Kurd hemû xayîn bûn yek.

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Gulê Mihemed jî da zanîn ku: “Di dîroka serdemê de tu kesayetek mîna Rêbertî nehatiye û divê em ji bo azadiya Rêbertî asta têkoşînê mezintir bikin.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên bê serok jiyan nabe, bi dawî bû.

Share This Article