ROJ BI ROJ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER ABDULLAH OCALAN GIRANTIR DIBE

Rojava Tv
2 Min Read

Li hember tecrîda lii dijî Rêber Abdullah Ocalan bangên azadiyê zêde dibin.
Derbarê mijarê de Endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Mustafa Kolek diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd azadî xwest lê belê ji bo tevahî Rojhilata Navîn.

ROJ BI ROJ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER ABDULLAH OCALAN GIRANTIR DIBE

Ev zêdetirî 2 salan e dewleta Tirk a faşîst tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û her ku diçe ev tecrîd girantir dibe.

Tecrîd di dema niha de gihiştiye astekê ku Rêber Apo ji gel hatiye veşartin.

Ev yek jî li gorî zagonên navnetewî sûceke li dijî mirovahiyê ye.

Endamê komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Mustefa Kolek diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd azadî xwest lê belê ji bo tevahî Rojhilata Navîn.

Her wiha Mustefa Kolek tekez kir ku ew weke komîteya azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêwîst e hîn bêhtir karê xwe di aliyê Siyasî û Îdyolojî de pêş bixin û asta têkoşîna xwe jî bilind bikin.

Her Hefteyê 2 caran malbat û parêzerên rêber Apo bi armanca hevdîtinê serdana Girtîgeha Imraliyê dikin lê daxwazên wan bê bersiv dimînin.

Herî dawî jî cezayê dispilînê heta 6 meh din li dijî rêber Abdullah Ocalan hat ferzkirin.

Share This Article