Înîsiyatîfa Sûriyeyî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Parêzeran a ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku biryarên têkildarî “Mafê Hêviyê” bixe meriyetê.
Înîsiyatîfan diyar kir ku bicihanîna vî mafî ji bo afirandina mercên pêwîst ên çareseriya dadperwer û demokratîk a pirsgirêka kurdî xaleke sereke ye.
