JINÊN KOBANÊ BANGA PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read
25 salan in Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha îmraliyê ya dewleta Tirk a dagirker de di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin.
42 mehin jî tevî hemû serlêdanên malbat û parêzeran bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergitin.
kurdên li kurdistan û Cîhanê ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadîiya fîzîkî ya Rêbertî çalakiyan li dar dixin.
Jinên bajarê kobanê derbarê tecrîdê de gotin,dewleta Tirk tecrîdekê di hundir tcerîdekê de li ser Rêbertî dimeşîne.
Her wiha Jinên Kobanê dan zanîn ku, dewleta tirk a faşîst bi girankirina tecrîdê re nikare felsefeya rêber apo ku jiyana wan ronî kir, ji civakê qut bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dirûşma ”Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, Ji pirsgêrika Kurd re çareseriya SiyasΔ  her ku diçe li çarhêlin kurdistan û cîhanê mezin û berferhtir dibe.

Share This Article