Gerînendeya Baxçe û Daristanan a Şaredariya Gel a kantona Reqayê, dest bi sererastkirina aliyê bakur ji baxçeya Panorama ya li bajêr kir.
Di projeyê de amadekirina sûra bexçeyê, sererastkirina peyarên derdora wê, guhertina axê û çandina daran, çêkirina rêyên meşê di hundir baxçe de û bicihanîna qadên lîstinê ya ji bo zarokan tê kirin.
Bexçeya Panorama yek ji mezintirîn bexçeyên kantona Reqayê ye û di encama şerê Sûriyê û pêngava jinavbirina DAIŞ’ê di sala 2015an de zirar dîtibû.
Gerînendeya Baxçe û Daristanan a Şaredariya Gel a Reqayê di demeke nêz de projeyek nû dide destpêkirin, ew jî nûkirina “Bexçeya Spî” ye.
GERÎNENDEYA BAXÇE Û DARISTANAN A REQAYÊ BAXÇEYA PANORAMA SERERAST DIKE
