KONFEDERALIYA RÊXISTINÊN CIVAKA DEMOKRATÎK KOMXEBATEK LI REQAYÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komxebatek di bin dirûşmeya “Xurtkirina Rola Yekîtî û Rêxistinên Civakî” li kantona Reqayê li dar xist.
Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, paşê bixêrhatina beşdaran hat kirin û rola yekîtiyê ya di pêşxistin û birêxistinkirina civakê de, hat şirove kirin
her wiha li ser rewşa rêxistinî û rêjeya jin û ciwanan ya di federasyonan de nîqaş hatin kirin.
piştre jî pêşniyar û asoyên çareseriyan hatin guhdarîkirin.
Komxebat bi çend pêşniyaran bi dawî bû, ya herî girîng ji wan: avakirina projeyên hevkariyê û çalakkirina yekîtiyan bûn.

Share This Article