RÊXISTINA SARA Û WEQFA JINA AZAD GUL LI JINÊN KARKER ÊN HELEBÊ BELAV KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya nêzîkbûna “Roja têkoşîna navnetewî ya li dijî tundiya li ser jinan” Rêxistina Sara bi hevkariya Weqfa Jina Azad çalakiyek civakî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê li dar xist.

Beşdarên çalakiyê gul li jinên ku di kargehên cûda yên li her du taxan de dixebitin, wekî peyamek piştgirî û teqdîrkirinê ji bo hewildanên wan ên rojane, belav kirin.

Rêxistina Sara diyar kir ku gav, ji bo tekezkirina girîngiya têkoşîna li dijî her cûre şîdeta li ser jinan û pêşvebirina nirxên rêz û wekheviyê di nav civakê de ye

Ev înîsiyatîf beşek ji rêzeçalakiyên ku ji hêla rêxistinên jinan ve bi pêşwaziya 25’ê Mijdarê, Roja têkoşîna navnetewî ya li dijî tundiya li ser jinan, têne organîzekirin e.

Share This Article