komxbeta Encumena Jinan a Sûriyê ku di bin dirûşmeya “Rola civakî ya jinên eşîran” de li Reqayê hate lidarxistin bi encamnameyekê bi dawî bû .
Di komxebatê de mijarên dewlemend hatin nîqaşkirin û tekezî li ser çalakkirina rola jinan ya di tevahî qadên jiyanê de hate kirin.
Piştî gelek nîqaş û axaftinan komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di encamnameyê de wiha gotin :Dem hatiye ku dîrok rola jinan bi awayekî xurt tevî şikandina bendên berê li ser wê hatine ferzkirin vegerîne.
Divê em balê bikişînin ser destkeftiyên jinê di şoreşê de.
Her wiha hate gotin bi rêya Şoreşa Rojava jinan mafên xwe nas kirin û qanûneke taybet a parsatina mafên wan hate danîn.
Di dawiya encamnameyê de hate gotin Divê em hevgirtî bin da ku ev krîzê derbas bikin û diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bibe diruşma tevahî jinên cîhanê.
KOMXEBATA “ROLA CIVAKÎ YA JINÊN EŞÎRAN” BI ENCAMNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ
