RÊXISTINA SARA Û WEQFA JINA AZAD BROŞOR LI BAJARÊ KOBANÊ BELAV KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de, Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û Weqfa Jina Azad, biroşor li bajarê kobanê belav kirin.
Jinan ji qada Jina Azad ve dest bi çalakiya belavkirinê kirin û piştre derbasî hemû kolan, sûk û taxên Kobanê bûn.
Li gorî Rêxistina Sara û Weqfa Jina Azad, wan di vê çalakiyê de, 800 broşor li Kobanê belav kirine.
Di broşoran de behsa çawaniya avakirina hevjiyaneke azad û xweparastina ji tûndûtujiyê hate kirin.

Share This Article