MECLISA JIN A PYD’Ê NASKIRINA MAFÊ JINAN DI DESTURA SÛRIYÊ DE NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo naskirina rola jinan di destûra nû ya Sûriyê de û bidestxistina mafên wan, Meclisa Jin a PYD’ê li bajarê Qamişlo panelek li darxist.

Panel di bin diruşmeya ” Sûriyê tê guhertin û Mafê jin di Berevanî û destûrê de cihê xwe digre ” hat li darxistin.

Bi sedan endamên saziyên sivîl, Kongra Star, destgehên jinan, YPJ’ê û hêzên Ewlekariya Hundirîn li parka Azadî ya Qamişloyê beşdarî panelê bûn.

Di panelê de piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê meclisa PYD Sema Begdaş axivî û rola jin ji destpêka şoreşa rojava û heta niha nirxandin.

Di panelê de rola YPJ ji destpêka şoreşê û têkoşîna dide meşandin û rola jin di destûra nû ya Sûriyê de hatin nîqaşkirin.

Panel bi nîqaşan û dayîna daxuyaniyekê bi dawî bû.

Share This Article