Rêxistina Sara ya bajarê Helebê bi dirûşma “Jin pêkhateya şaristaniya Rojhilata Navîn e”, Îro komxebatek derbarê roja 8’ê Adarê de li dar xist.
Komxebat li eywana 8’ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûda Xerbî hat lidarxistin û tê de bi dehan jinên taxê, endamên rêxistin û tevgerên jinan amade bûn.
Di beşa yekem a komxebatê de, endama Rêxistina Sara “Heyfa Hisên” li ser girîngiya roja 8’ê Adarê nirxandin kir.
Her weha di beşa duyem de, aborî û rola jinan di aboriyê de ji aliyê Rêveberiya Qada Civakî “Xedîce Kûrikcî” ve hat nirxandin.
Hat gotin ku, qada herî zêde ku pêwsîtiya wê bi têkoşîna jinan heye, qada aborî ye. Divê jin aboriya xwe ya serbixwe ava bikin û bi xwe debara jiyana xwe bikin.
Di dawiya komxebatê de, deriyê nîqaşan li pêş beşdaran hate vekirin ku pirs û pêşinyarên xwe bi hev re parve bikin.
